Weşandin: 16 May 2012
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî
Elboma hunermend Nazdar ya bi nave (Lilyo)ya ku ji 10 tirakan pêktê niha li bazarî ye û ev elbome berhemînan û weşandina kompaniya (Vîn pirodekşin)e.
Berpirsê kompaniya (Vîn pirodekşin) Rêbîn Şukrî diyarkir û got: Niha ev elbome li hemû kurdistanê hatî ye parvekirin û yek stran ji vê elbomê ji aliyê kompaniya (N.V) û derhêner (kawe Adil) ve hatî ye kilîpkirin û li demek din wê yeke din jî bê dirustkirin, lê carê ne hatî ye destnîşankirin ka kîjan tirake.

Bixwîne...
 
Weşandin: 14 May 2012
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Derhêner (Ferheng Ferman) diyarkir û got: Niha yê hzir di kilîpkirina stranên çendîn hunermendan de dikim yên ku wê li demek nêz bên wênekirin.  
Ferheng Ferman dibêje: Hunermendên ku niha stranên wan li cem min ji bo kilîpkirinê (Narîn Feqe,  Bilind Îbrahîm, Nujdar Mihemmed Tahir, Alîn û Nîna Cemal)in, lê carê me tu jivan ji bo van stranan nedanayne, lê wê li demek nêz be.
Paşan derhênerî diyarkir ku piraniya wan stranan ewin yên ku li gel staylê wî yê kilîpkirinê diguncin.

Bixwîne...
 
Weşandin: 14 May 2012
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Piştî li dema bûrî di ahengek taybet de rêz li hunermendê pêşmerge û zîndanî yê siyasî û xwediyê dengê çiyayî (Hesen Elî Xencer) hatî ye girtin, hest bi kêf û xweşiyê kir ku hîn yê zindî ev rêzgirtine dîtî.
Hesen Elî Xencer dibêje: Serferazî ye niha xwe di nava hemû heval û kesukarên xwe de dibînim ku rêz li min tê girtin û hêviya min ewe rêz li hemû hevalên mîna min jî bihê girtin yên ku xizmeta hunera kurdî û doza gelê xwe kirî di her xweşî û nexweşiyekê de, ji ber ku erk û xweşî û nexuşiyên vî gelî li ser milên me hemûyane bêy cudatî.

Bixwîne...
 
Weşandin: 14 May 2012
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Hunermend Şakir Akireyî niha mijûlî dirustkirina kilîpa xwe ya duwê ye ji elboma (Bipêje) ya ku ji aliyê kompaniya (Vîn pirodekşin) ve hatî ye berhemînan û weşandin.
Hunermend Şakir Akireyî dibêje: Beriya niha min kilîpa bi navê elbomê hatî ye binavkirin kilîpkirbû, lê bo kilîpa duwê ya ku niha ji aliyê derhênerê genc (Ferheng Ferman) ve tê kilîpkirin li gel stafê kompaniya (N.V)ku bi baştirîn kwalitî ye.

Bixwîne...
 

Rûpela 1 ji 18

<< Destpêk < Paş 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 Pêş > Dawî >>

Reklam

Who Has Viewed VinTV.net

frequency