Weşandin: 08 July 2012 Dîtin: 1089
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Deşnê Murad li dema bûrî çendîn karên nû ji aliyê wê ve weku yekem keça Kurd hatîne encamdan û taybet li dema bûrî li ser astê Holenda bi baştirîn strana xwe ya Ingilîzî pila yekê anî û dîsan karî ji bo yekem car weku Keçek Kurd bi staylek nû strana Kurdî-Ingilîzî berhemanî, li vê dawiyê jî her ji bo yekem car wek hunermendek stranbêj û taybet li Kurdistanê balefir di kilîpa xwe de bikaranî.

Bixwîne...
 
Weşandin: 30 June 2012 Dîtin: 846
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Li destpêkê (Kanî Helebceyî) dibêje: Hatina min ji bo kenalê Vîn ewe ku li demek nêz em bikarin çend karên nû pêkve encam bidin û dîsan ew kilîpên min dirustkirîn diyarî kenalê Vîn yê asmanî bikim, ji ber ku yek ji wan kenalane yên piraniya xelkê Kurdistanê temaşe dikin.
Kanî paşan got: Li wê demê min dest bi nivêsandina helbestê kir dema li welatê Holenda û taybet li xerîbiyê û li wê demê peyv bi xwe hatin xeyala min ji xerîbiya welat û bajar û kes û kar û dost û hevalan, û yekem helbest li dûr evîniyê bû û wan tiştên min li welatê xwe hêlayn û bi navê (Bîrt ekem)bû.

Bixwîne...
 
Weşandin: 19 June 2012 Dîtin: 1285
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Piştî li dema bûrî hunermend (Çopî Fetah) girêbesta xwe li gel kompaniya (Vîn prodekşin) ya berhemanîn û weşandina karên hunerî girêday, li demek nêz wê elboma wê ya bi navê (Baran) li hemû Kurdistanê bihê weşandin.
Elboma hunermend (Çopî Fetah) bi navê (Baran)e ku ji (10) tirakan pêktê û dîsan wê dû stranên elbomê ji aliyê stafê kompaniya (N.V)ve bên kilîpkirin, û ev elbome berhemanîn û weşandna kompaniya (Vîn prodekşin)e.

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 June 2012 Dîtin: 525
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Derhênerê genc Kawe Adil li destpêkê dibêje: Tu rastî ji bo wan gotgotkan nînin ku min dev ji karên xwe yên dirustkirina kilîpan berdabin û kenalê Vîn bi yekem kenalê xwe dibînim ku karîbim di rêya wî de karên baş encambidim û taybet yên Erebî.  
Paşan Kawe Adil dibêje: Sedema vê veqetyana min jî ji bo wê yekê dizîvire ku ez niha mijûlî hin karên xwe yên taybetim, lê her dema ev karên min bi dawî hatin dûbare weku berê û baştir wê vebigerim ser karê xwe li kompaniya (N.V) ji bo dirustkirina kilîpan.

Bixwîne...
 

Rûpela 10 ji 17

<< Destpêk < Paş 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 Pêş > Dawî >>