Weşandin: 19 June 2012 Dîtin: 1292
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Piştî li dema bûrî hunermend (Çopî Fetah) girêbesta xwe li gel kompaniya (Vîn prodekşin) ya berhemanîn û weşandina karên hunerî girêday, li demek nêz wê elboma wê ya bi navê (Baran) li hemû Kurdistanê bihê weşandin.
Elboma hunermend (Çopî Fetah) bi navê (Baran)e ku ji (10) tirakan pêktê û dîsan wê dû stranên elbomê ji aliyê stafê kompaniya (N.V)ve bên kilîpkirin, û ev elbome berhemanîn û weşandna kompaniya (Vîn prodekşin)e.

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 June 2012 Dîtin: 530
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Derhênerê genc Kawe Adil li destpêkê dibêje: Tu rastî ji bo wan gotgotkan nînin ku min dev ji karên xwe yên dirustkirina kilîpan berdabin û kenalê Vîn bi yekem kenalê xwe dibînim ku karîbim di rêya wî de karên baş encambidim û taybet yên Erebî.  
Paşan Kawe Adil dibêje: Sedema vê veqetyana min jî ji bo wê yekê dizîvire ku ez niha mijûlî hin karên xwe yên taybetim, lê her dema ev karên min bi dawî hatin dûbare weku berê û baştir wê vebigerim ser karê xwe li kompaniya (N.V) ji bo dirustkirina kilîpan.

Bixwîne...
 
Weşandin: 16 June 2012 Dîtin: 721
Print

nina-cemal3

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Derhêner Sîpan Adil diyarkir û got: Niha strana (Biryarbû zû bêytewe) hatî ye kilîpkirin û ji karê wênegirtinê ji aliyê stafê kompaniya (N.V) ve bi dwawî hatî ye.
Sîpan dîsan dibêje: Sînaryoya vê kilîpê wesan hatî ye dirustkirin ku roja jidaykbûna (Nîna)yê ye û daxwaz ji hevalê xwe dike li wê rojê amade bibe, lê dema hevalê wê dihê, di rê de toşî bûyerekê dibe û canê xwe ji dest dide.

Bixwîne...
 
Weşandin: 11 June 2012 Dîtin: 445
Print

Îstenbol, Kawîn Cîhad Tehlavî:  
Zelal Gukçe li despêkê got: Em weku hunermendên bakurê Kurdistanê di bêbehrin ji hezkiriyên xwe li başurê Kurdistanê û hêviya min ewe kompaniya (Vîn) prodekşin bibe pirek di nêvbera me û wan de û dîsan bikarin bi rêya wan elbom û karên xwe yên hunerî li wan cihan belavbikîn.
Paşan Zelalê got: Elboma min ya bi navê (Solîn) ku eve çend rojeke nû ketî ye bazarî û bi ciwantirîn peyv û şêwazê muzîka nûxwaz hatî ye dirustkirin û di hindek tirakan de şiyayme muzîka Kurdî ya nûxwaz jî di elbomê de dirustbikim û gohdarên biyanî jî bizanin ku Kurdan jî di her karekî de şiyanên nûxwazî hene.

Bixwîne...
 

Rûpela 11 ji 18

<< Destpêk < Paş 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 Pêş > Dawî >>