Weşandin: 14 March 2012 Dîtin: 2228
Print

 5-albumen-nu-li-newrozeBerpirsê kompaniya (vîn prodekşin) diyarkir ku di meha adarê de û taybet bi helkefa sersala kurdî (21 newrozê) wê çendîn elbomên nû li Kurdistanê û ji derve bên belavkirin.

Bixwîne...
 
Weşandin: 11 March 2012 Dîtin: 794
Print

Eve pitrî pênc salane bi vê elbomê ve ta bi dawî hatî, gelek caran min dixwast karekî ji bilî vê elbomê belav bikm, lê ji ber çend sedeman ku bi min ve di girêday bûn min ne dikerî. Gotina strana netewî erkê me hemûyane û em çaverêy dewletbûn û bilindkirina alayê Kurdistanê ne, Kurdistan yek parçeye û ne çware û ne li gel boçûna çend parçeyê me.
Li destpêkê hunermend Şivan Germavî  dibêje: min gelek caran goh lê dibe hin kes dibêjin Kurdistan çwar parçeye, lê ne li gel wê yekê me û Kurdistan yek parçeye û li şûna em webibêjin, divê em bi xwe bibêjîn: nexêr yek parçeye. Û peyama hunerî cihê xwe heye ji bo gehandinê ji her aliyekî ve,  û tiştê ji hemûyan giringtir ewe em bi hevre kar bikin ji bo dewletbûna Kurdistanê û bilindkirina alayê kurdistanê li her cihekî. Û min bi fer dîtiye ku stranekê bi navê (Kurdistan) dirust bikim.

Bixwîne...
 
Weşandin: 06 March 2012 Dîtin: 695
Print

Piştî serkeftinek baş bidestxistî, di vê mehê de çapa duwê ya elboma(Warê me) ya tîpa (Ribad) ya muzîkê li welatê Turkiya hat çapkirin û li nêzîk wê bikeve bazarî.
Rêbîn Şukrî berpirsê kompaniya (Vîn pirodekşin) ya berhemanîn û belavkirina elbomên hunerî xoyakir ku li destpêka vê mehê elboma tîpa (Ribad) li bazarî  ber bi xilasbûnê çûbû û her yekser me dest bi çapa duwê kir û li vê heftiyê wê bigehe û li bazarî belav bibe.

Rêbînî ew jî got: eve ji wê yekê hat ku tîpa (Ribad) serkeftinek baş bidestxistî ye û karek ciwan encamdaye, û wek me beriya niha jî xoyakirî ku elboma hunermend (Karwan Kamil) jî li bazarî nemabû û me çapa duwê li bazarî belavkirbû.

 
Weşandin: 28 February 2012 Dîtin: 832
Print

Hunermend (Ezîz Weysî)  xoyakir ku li dema bûrî karî ye girêbesta elboma xwe li gel kompanya (Vîn pirodekşin) girêbide ku li bere li newrozê belav bibe.
Ezîz Weysî  dibêje: ev elbome bi nave (Meryem)e  û ji heşt tirakan pêk tê û berhemanîn û belavkirina wê ya kompanya (Vîn pirodekişn)e. Û em ji bo belavkirina elbomê rêkkeftîne ku li sersala kurdî (newroz)ê li hemû Kurdistanê belav bibe.
Herwesa Ezîzî got: carê navên tirakên elboman diyarnakim,  ji ber ku hin tirakên ku em dixwazin navên wan navbikin yekla nebûyne, lê elbom ji hemû aliyan ve ya bi dawî hatî, û di demek nêz de ezê navên tirakan li gel wan yên ku helbest û muzîk danay diyarbikim,  lê tumarkirin di stodyoyên rojhelatê Kurdistanê de hatî ye encamdan ji bo karkirinê di nêvbera van herdû stodyoyan de ku bizanim çi cudatî heye û bikarim ji bo elbumên dahatî wê çendê bizanim û karên baştir helbibijêrim.

Bixwîne...
 

Rûpela 14 ji 17

<< Destpêk < Paş 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 Pêş > Dawî >>