Weşandin: 07 June 2012 Dîtin: 4564
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Di hevdîtnek taybet de hunermend Omer Gundî dibêje: Bi rastî ez hindî ji bo kompaniya (Vîn prodekşin) bêjim kême, ji ber ku wan dûbare ez anîme di nav cîhana hunerî de, ku ew demek dirêj bû ez ji karê hunerî dûrkeftibûm.
Omer Gundî dîsan dibêje: Em niha li gel stafê kompaniya (N.V) yê xwe berhev dikin ji bo dirustkirina kilîpa siyê ji elboma min û bi hêviya wê yekê ka çawan herdû kilîpên min yên berî niha jî navudengê xwe aniye, wisan ev kilîpe jî bîne.

Bixwîne...
 
Weşandin: 30 May 2012 Dîtin: 4695
Print

Îstenbol, Kawîn Cîhad Tehlavî:

Biryar bû li 27 vê mehê  ta 2 meha dahatî çend konsêrt ji bo hunermendê kurdê muzîkjen (Dilşad Mihemmed Se’îd) li çendîn bajarên Turkya bihên sazkirin, lê ji ber çend sedeman ew konsêrt hemû hatin rawestandin.  
Di peywendiyek telefonî de hunermendê muzîkjen (Dilşad Mihemmed Se’îd) dibêje: Ev konsêrte ji ber çendîn sedemên taybet hatin rawestandin û yek konsêrt jî li yek bajar nehat sazkirin.

Bixwîne...
 
Weşandin: 23 May 2012 Dîtin: 3398
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend (Sefqan Orkêş) ji rojavayê Kurdistanê dibêje: Niha mijûlî nûtirîn elboma xwe me ku ji (8)tirakan pêktê û piraniya peyv û awazên wê yên min bi xwe ne û peyvên yek ji wan yên mamoste(Ferhadê Ecmo) û awaza mamosteyan (Şeyda, Mihemmed Zîno)ye.  
Paşan Sefqanî got: Ez pêwîstî hindek cihên din im ku karê xwe yê elbomê lê bi dawî bînim, lê ji ber rewşa niha ya Suriya nikarim elbomê bi dawî  bînim, lê piraniya karî temambûye.
Sefqan Orkêş ew jî diyarkir û got: Ji dil supas ji bo kenalê (Vîn)yê asmanî ku di van nexweşiyan jî de xwedî li me derdikeve û nûçeyên me diweşîne û bi rastî kenalê (Vîn)bi yekem kenalê pêşkeftina hunera Kurdî dibînim.

Bixwîne...
 
Weşandin: 29 April 2012 Dîtin: 3646
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Huzanvan Şe'ban Silêman li dûr kilîpa xwe (Rabe Xanî) dibêje: Dirustkirina kilîpa (Rabe Xanî) li hember berhemek helbestan dibînim, ku destpêka dirustbûna wê ji bo (Vîn tv) dizivre ku ev şêwaze ji aliyê rêveberê kenalî mamoste (Serket Ebdulla Cuneyd) ve hatî ye wergirtin û qebûlkirin, dîsan dirustkirina wê bi stoyê xwe ve girtî û zêdebarî hevalê min (Zeyd) yê ku muzîka (Rap)çêkirî û li gel zehmeta karê stodyoya (Ribad) û taybet mamosteyê muzîkjen (Mihemmed Zekî).

Bixwîne...
 

Rûpela 18 ji 24

<< Destpêk < Paş 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 Pêş > Dawî >>