
Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Alîn di dema bûrî de yekem car seredana kenalê Vîn yê asmanî kir û di vê seredanê de dilxweşiya xwe derbirî li hemberî wê xizmeta kenalê Vîn ji bo hunerê muzîkê li Kurdistanê kirî.
Alîn dibêje: Min xwe li ser şaşa kenalê Vîn dîtî ye û kilîpên min jî li ser şaşa wê hatîne nîşandan û serbilindim bi hebûna kenalek wsa yê pêşkeftî.
Hunermend Alîn ew jî got: Hatina min ji bo kenalê Vîn ewe ku li gel pişka (Peyv û Awaz) birûnim ji bo wê yekê bikarîn çend karekan li vir dirustbikîn û her dema em li ser hin karên nû rêkkeftîn li wê demê wê bikarîn amaje bi wan karan jî bidîn.
