
Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend (Sefqan Orkêş) ji rojavayê Kurdistanê dibêje: Niha mijûlî nûtirîn elboma xwe me ku ji (8)tirakan pêktê û piraniya peyv û awazên wê yên min bi xwe ne û peyvên yek ji wan yên mamoste(Ferhadê Ecmo) û awaza mamosteyan (Şeyda, Mihemmed Zîno)ye.
Paşan Sefqanî got: Ez pêwîstî hindek cihên din im ku karê xwe yê elbomê lê bi dawî bînim, lê ji ber rewşa niha ya Suriya nikarim elbomê bi dawî bînim, lê piraniya karî temambûye.
Sefqan Orkêş ew jî diyarkir û got: Ji dil supas ji bo kenalê (Vîn)yê asmanî ku di van nexweşiyan jî de xwedî li me derdikeve û nûçeyên me diweşîne û bi rastî kenalê (Vîn)bi yekem kenalê pêşkeftina hunera Kurdî dibînim.
