Weşandin: 30 May 2012 Dîtin: 371
Print

Îstenbol, Kawîn Cîhad Tehlavî:

Biryar bû li 27 vê mehê  ta 2 meha dahatî çend konsêrt ji bo hunermendê kurdê muzîkjen (Dilşad Mihemmed Se’îd) li çendîn bajarên Turkya bihên sazkirin, lê ji ber çend sedeman ew konsêrt hemû hatin rawestandin.  
Di peywendiyek telefonî de hunermendê muzîkjen (Dilşad Mihemmed Se’îd) dibêje: Ev konsêrte ji ber çendîn sedemên taybet hatin rawestandin û yek konsêrt jî li yek bajar nehat sazkirin.
Pitşî me xwastî sedema nesazkirina wan konsêrtan bizanîn Dilşadî got: Li demekê nêz wê wê yekê jî ji bo hemû saziyên ragehandinê diyarbikim û sozê didim û taybet ji bo hewe, lê carê nikarim sedeman diyarbikim.
Dilşadî ew çende jî diyarkir û got: Berî çendekê min xwe li gel hemû muzîkjenên di gel min de beşdar, anku gropê (Orkêstirayê)li welatê Nemsa ji bo van konsêrtan berhevkirbû û hemû ew muzîkjen jî niha li Turkya di amadene, lê me çi konsêrt saznekirin.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency