Weşandin: 07 June 2012 Dîtin: 258
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Hunermend Şerîf Qeyran diyarkir û got: Di seredana min ya vê carê de ji bo Kurdistanê ku cara yekê ye ez bi karê dirustkirina çend rîklaman radibim ji bo kompaniyên bazirganî û dîsan di vê mehê de wê çend konsêrtan jî li Kurdistanê bigêrim.
Şerîf dibêje: Gelek caran ez hatîme Kurdistanê, lê wê demê ji bo parvekirina elboman û dîsan dirustkirina çend kilîpan bû, lê bi dîtina min ev care ji bo min ji her carekê giringtir û xweştire, ji ber ku wê ji bo cara yekê konsêrtan jî bigêrim  û pêtir nêzî hezkirîyên dengê xwe bibim, û yekem konsêrt li bajarê (Koye) ji bo min hatî ye amadekirin û paşan wê li Hewlêr û Silêmanî û Duhokê jî be.
Dîsan Şerîf Qeyranî ew jî got: Min li gel yek ji kompaniyên bajarê Duhokê axfitî ye ku em bikarin stranek netewî ya herî baş bi beşdariya çendîn hunermendên Kurd dirustbikin û hunermendên herçwar parçan di beşdar bin û em pêtvî van strananin û gelek gelek ji bo me di giringin.
Li dawîyê Qeyran dibêje: Niha elboma min pêtir bi dawî hatî ye, lê carê hemû tirakên wê bi dawî nehatine ka wê ji çendan pêkbê û dîsan me çi nav jî ji bo nehelbijartine.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency