
Kawîn Cîhad Tehlavî:
Hunermend Ezîz Weysî diyarkir û got: Ev strana niha dihête kilîpkirin êk ji tirakên elboma nûye û stran bi xwe Hewramî ye û navê stranê(Xêrman)e û awaz yên min bi xwe ne û şiyayme vê kilîpê cudatir ji stranên xwe yên din dirustbikim, hem weku gotin û hem jî weku kilîp, ji ber ku stranên min yên din hemû bi lez bûn, lê eve ya xave, çêkirina wê jî û taybet kilîp, ji ber wê yekê jî bû ger min zanî hezjêkerên min dê xweşiyekê jê bînin, da bişêm di elboma xwe ya nû de çend stranên din jî mîna vê dirustbikim.
Ezîz Weysî bi girnijîn ve dibêje: Dema gotî ye min dê derhêner (Sîpan Adil) bi karê derhêneriya wê rabibe, min nav û deng û karên wî yên ciwan goh lê bibûn û min got: Nuke hind yê mezine ez na gehime milên wî, lê yê biçûk bû û maşalla, lê karên ciwan û hizrên ciwan Sîpan li cem min mezintire ji her tiştekî, çunkî xwedan şiyan û hizrên ciwane.
