Weşandin: 11 June 2012 Dîtin: 272
Print

Îstenbol, Kawîn Cîhad Tehlavî:  
Zelal Gukçe li despêkê got: Em weku hunermendên bakurê Kurdistanê di bêbehrin ji hezkiriyên xwe li başurê Kurdistanê û hêviya min ewe kompaniya (Vîn) prodekşin bibe pirek di nêvbera me û wan de û dîsan bikarin bi rêya wan elbom û karên xwe yên hunerî li wan cihan belavbikîn.
Paşan Zelalê got: Elboma min ya bi navê (Solîn) ku eve çend rojeke nû ketî ye bazarî û bi ciwantirîn peyv û şêwazê muzîka nûxwaz hatî ye dirustkirin û di hindek tirakan de şiyayme muzîka Kurdî ya nûxwaz jî di elbomê de dirustbikim û gohdarên biyanî jî bizanin ku Kurdan jî di her karekî de şiyanên nûxwazî hene.
Zelal Gukçe ew jî diyarkir û got: Çend caran ez hatîme Kurdistanê û dixwazim herdem bihêm, lê di her hatineka xwe de heza min ewe tinê bo geryan nebe,  ezê pişkdar bim di hemû helkeft û bîrhatinên gelê xwe de û hêviya min ewe li nêzîk bişêm seredana Duhokê bikim û konsêrtekê li senterê bajarê Duhokê û li bin alayê Kurdistanê sazbikim.
Xwedana elboma (Solîn) dîsan got: Ev elboma min wî demî hatî ye dirustkirin dema ku  konfiransê (3)yê (Tev - Çand)hatî ye sazkirin ku biryarên giring di wî konfiransî de hatibûne girtin û taybet ku hunermendên Kurd hemû jiyan û xebata xwe ji bo doza gelê xwe nîşandidin bê hizirkirina malê dunayê û bazirganîkirinê.
Zelalê diyarkir û got: Ev elbome bi navê (Solîn)e û ji (11) tirakan pêktê  û bi hemû zaravên Kurdî (Kirmancî, Soranî, Kelhorî) û dîsan bi  (Ermenî, Turkî)jî hatîne gotin.

hussam al rassam bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency