
Tu rastî ji bo wan gotgotkan nînin ku êdî elboman berhemneyînim
Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Edulqehar Zaxoyî got: Niha mijûlî dirustkirina dû tirakên sîngilim, yek bi navê (Min gote te, Ji dûriya te perîşanim) ev her dû strane jî ewin yên ku min soz dayne hezkiriyên dengê xwe ku bi awayek nûtir û cudatir kilîpbikim, ji ber ku dem hat van herdû karan li demekê nêz kilîpbikim.
Ebdulqehar Zaxoyî li dûr staylê xwe yê taybet û staylê nû yê strana (Min gote te) dibêje: Tu tiştekê nû di nav strana Kurdî de nîne, lê di nav staylê min de tiştek nûye, çunkî ev staylê stranê min gelek kêm gotî ye û hêviya min ewe karekê ciwan be û hezkiriyên min ji vî staylî di razî bin.
Qeharî ew jî diyarkir û got: Peyv û awazên (Min gote te) yên min bi xwe ne û babetê wê bi xwe jî bîçek yê xerîbe, lê ta dihê wênekirin û sînaryoya wê dihê danan wê baştir diyarbike û her kesek wê wê demê bizane ka babet li dûr çî ye.
Hunermend Ebdulqehar Zaxoyî dîsan diyarkir û got: Ew bi xwe weku zansit jî çênabe stranbêj yek staylê stranê bibêje û li pey wî staylî biçe û eve tiştekê ne başe ji bo stranbêjî bi xwe jî, û ez yek ji wan kesanim yên ku jiyana hunermenan xwandî, taybet yên Kurd (Tehsîn Taha, Eyaz û Erdewan, Mihemmed Şêxo ) û yên biyanî (Ebduhelîm, Ferîd Etreş, Om Kelsom, Îbrahîm Tatlîss) çunkî stranbêj nabe bi yek stayl stranê bibêje û bihêle û dibe deh yan pazde salan bingeha xwe bidane û diyarbike ku şêwazê wî yê strangotinê çî ye û dîsan li ser pêşkeftina nû ya hunerî biçe.
Ebdulqhar Zaxoyî ew çende jî diyarkir ku çi rastî ji bo wan gotgotkan nîne dema dibêjn êdî ez tu eloman berhemnayînim û got: Ez niha yê xwe berhevdikim ji bo eloma xwe ya nû û ev sê sale min tu elbom berhem neyîne, tenê sala 2010 nebe, ew jî min erşîfê xwe yê kevin nûkirbû û belavkirbû û nabînim ew berhem.. Lê bi anehiya xweday di sala dahatî de wê nûtirîn elboma xwe berhemînim û dîsan min daxwazî ji gelek helbestavan û awazdaneran krî ye ji bo vê elbomê da bikarim elbomek baş û serkeftî berhembînim û biweşînim.
