
Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Bejdar dibêje: Piştî li dema bûrî me diyarkirî ku wê strana(Name reş) bihê kilîpkirin , li wê demê ji ber çend sedeman ji bo demek nediyar hat paşêxistin.
Bejdarî ew çende jî diyarkir û got: Ew guherînên hatînekirin gelek di berjewendiya min bi xwe de bûn û min gelek pê xweş bû û taybet dûbare tomarkirina (Dengî) û (Mastirîng)ê, ew yek jî ku bikarim bi tiştek baştir xizmeta hezkiriyên dengê xwe bikim.
Dîsan Bejdar dibêje: Beriya niha min strana (Yara min) kilîpkirbû, her ji elboma (Name reş) ku dikarim bibêjim ez bi wê kilîpê li Kurdistanê hatim naskirin û her ew bû sedem ku elbomên min baştir bihên firotin.
