Weşandin: 30 June 2012 Dîtin: 590
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî

Hunermend Zoya ji rojavayê Kurdistanê diyarkir û got: Niha berheviyên elboma xwe ya nû dikim ku bikarim baştirîn elbom dirustbikim, çunkî ji bo sala 2013 min suz daye hezkiriyên dengê xwe ku karek baştir û cudatir encamp bidim.
Zoya li dûr nûtirîn kilîpa xwe ya bi navê (Henê) got: Ev strane di binyat de filklorî ye, lê min bi dengê mamosteyê hunermend (Muhemmed Ezîz) goh lê bûye û ku ew jî hem ji bo min tiştek nû bû ku xwe pîçek ji stîlê xwe dûrbêxim, çunkî beriya niha pitriya karên min (Erebêsk)bûn, lê niha roj bo rojê pêtir ya dikarim guherînê bikim.
Paşan li dûr elboma xwe ya nû Zoya dîsan dibêje: Carê nikarim diyarbikim ka wê ji çend tirakan pêkbihê, çunkî gelek kar bi destê mirovî nînin û min divê di vê elbomê de bi hindek zaravên din yên Kurdî jî bibêjm ku her kesekê Kurd bikare li her cihekî gohdariya elboma min bike.
Zoya dibêje: Eve wê bibe elboma min ya siyê ji bilî ku min çendîn stranên tek dirustkirîne û ev elbome wê li demek nêz ji aliyê kompaniya Vîn pirodekşin ve bihê berhemînan û weşandin.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency