Weşandin: 30 June 2012 Dîtin: 628
Print

Kawîn Cîhad Tehlavî:

Li destpêkê (Kanî Helebceyî) dibêje: Hatina min ji bo kenalê Vîn ewe ku li demek nêz em bikarin çend karên nû pêkve encam bidin û dîsan ew kilîpên min dirustkirîn diyarî kenalê Vîn yê asmanî bikim, ji ber ku yek ji wan kenalane yên piraniya xelkê Kurdistanê temaşe dikin.
Kanî paşan got: Li wê demê min dest bi nivêsandina helbestê kir dema li welatê Holenda û taybet li xerîbiyê û li wê demê peyv bi xwe hatin xeyala min ji xerîbiya welat û bajar û kes û kar û dost û hevalan, û yekem helbest li dûr evîniyê bû û wan tiştên min li welatê xwe hêlayn û bi navê (Bîrt ekem)bû.
Kanî yê ew yek jî diyarkir û got: Ta niha her karekê min kirî û weşandî hemû li dûr helebce bûn, hem ji tomarkirin û hem jî weşandina kilîpan, lê her hestê min yê kême li beramberî bajarê Helebce û min biryardaye her sal karekî jêre bikim, çunkî bajarê mine û herdem di gel min de dijî, lê niha min  hizir li hindê kirî ye ku bi hemû bajar û bajarkên Kurdistanê binvêsînim û bikim kilîp û biweşînim.
Kanî Helebceyî ew yek jî eşkere kir û dibêje: Xem ji bo min nêzîktirîn hevale ji bo vehandina helbestê û gelek bêhinteng dibim û bêhintengiya min jî hemû ji xerîbiyê ye, ji ber ku li Holenda hemû deman baran û tarî ye, evca ji vê yekê bo min bêhintengî dirustbûye, lê baran ji bo min her tişteke û wê demê hest dikim ku asman çavên minin û baran rondikên minin.
Helbestvan û stranbêj Kanî Helebceyî got: Beriya niha min dû kilîp tomarkirîne û ptir min li wê demê gohdarên xwe li Youtube yê dîtîne û pêtir li wêrê hatîme niyasîn, lê piştî li ser şaşeyên kenalên Kurdî derkeftîm min pêtir hest bi berpirsyariyê kirî ye ji bo karên baştir û bihêztir û niha mijûlî dirustkirina stranek Kurdî - Ingilîzî me ku li welatê Holenda hatî ye tomarkirin û ji filklorê Emrîka ye.

hussam al rassam-2012 bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency