Weşandin: 08 July 2012 Dîtin: 1097
Print

Deşnê Murd diyarkir û got: Strana (Beyanî) ku ji hemû aliyan ve bi awayek nû hatî ye dirustkirin, hem ji helbijartina peyvan û dîsan helbijartina stodyo û muzîkê ve, anku dikarim bibêjim jî ku ev kilîpe ji bo yekem care ji hemû aliyan ve bi awayek nû û pirofîşnal tê dirustkirin û bi baştirîn stayl ku ji aliyê derhênerê xwedî karîn (Kawe Adil)ve tê kilîpkirin.
Paşan Deşnê ew jî diyakir û got: Ev strane li balefirxaneya hewlêrê tê kilîpkirin, û ev balefirên hatîne bikaranîn jî hemû ewin yên li herêma kurdistanê ku em dikarin şanaziyê pê bibin ku êdî em dikarin li welatê xwe jî karên baş û mezin encambidin, çunkî ta niha karên wisa mezin tenê li dervey Kurdistanê dihatin encamdan û bikaranîn, lê îro bi serperşitî û dirustkirina gencên welatê xwe em dikarin her karekî encambidin, ew jî ji ber wan kompaniyên îro li Kurdistanê bûyne piştgîr ji bo serxistina hunera Kurdî, mîna sponserê serekî yê vê kilîpê kompaniya (B.M.B) û kompaniya berhemanîn û weşandinê (Vîn Pirodekşin).
Deşnê got: Naxwazim zêtir behsa vê kilîpê bikim, lê bila her tiştek bibe siprayz, çunkî ger em hemû tiştekî eşkere bikin tu tam û xweşî di karî de namîne.

Yek ji wan kesên li dema hazriya kilîpê ku li balefirxaneya Hewlêrê amade bû û nedixwast navê xwe eşkere bike got: Bi rastî dibînim ev kilîpe ne kêmtirî wan kilîpên biyanî hatî ye dirustkirin û dikarm bibêjim li ser astê cîhanî dihate dirustkirin, tevî ku yekem care jî karek wisa li Kurdistanê bi xwe jî tê kirin, lewra bi karek pîroz û serkeftî dibînim.