
Kawîn Cîhad Tehlavî
Hunermend Selah Emîn got: Ev demeke ez mijûlî dirustkirina straneka nû me, lê ta niha min çi nav li ser nedanayne û ev strane ji peyvên min bi xwe ye û awaz (Mistefa Beyazkoş)e û li stodyoya (Lam muzîk) li Îstenbolê û (Deng û reng) li Duhokê hatî ye çêkirin û (Îmad Elî) bi karê arencora wê rabûye.
Selah Emîn ew yek jî diyarkir û got: Hêviya min ewe ev care karek baş li gel (Vîn) encambidim ku beriya niha jî bi hevkariya kenalê Vîn û Vîn pirodekşin karîne karek baş encam bidin.
Selahî ew jî eşkerekir: Ji ber çend sedemên min yên taybet ev kare hinek hat gîrokirin.
