
Kawîn Cîhad Tehlavî:
Bo cara yekemîn hunermend û muzîkjenê mezinê gelê Kurd (Dilşad Mihemmed Se'îd) seredana kenalê Vîn yê asmanî kir û di wê serdanê de ji aliyê rêveberê kenalî berêz (Serket Ebdulla Cuneyd)ve hat pêşwazîkirin.
Di yekem hatina xwe de bo kenalê (Vîn) hunermend (Dilşad Mihemmed Se'îd) kêfxweşa xwe bi danana yekem kenalê muzîkê li Kurdistanê diyarkir ku ta niha karî ye xizmetek berçav ji bo pêşkeftina hunera Kurdî bike, taybet di biyavê muzîkê de.
Paşan behsa çendîn kar û çalakiyên xwe yên nû li gel rêveberê kenalî kir ku bikare li demekê nêzîk û bi hevre xizmeta temaşevanên şaşê û dîsan muzîka Kurdî bikin.

