Weşandin: 29 December 2011 Dîtin: 1085
Print

Eve bo mawê çend rojane çendîn piropakindên curawcur derbarey huzanvan Şe'ban Silêman dihêne kirin, wek (demek bo yê zîndankirî û nû hatî ye berdan, hevjîna dûyê înaye û toşî dadgehê bûye) gelek hizir diken ku piştî bo kenalê (NRT) peyvî û htd.. ji egera ser û rihên wî di berdayne.
Şe'ban Silêman ku nuke berpirsê peywendiyane li kenalê vîn yê asmanî diyarkir: çi rastî bo wan piropakindan nînin evên ku eve bo maweyê çend rojane dihêne kirin û tinê berdana ser û rihan li ser daxwaza derhêner (Hisên Hesen)î ye ji bo dirustkirina huzan kilîpeka min ya nû ku piştî heftiya êkê ya sersala nû bihête kilîpkirin ewa li ser dewletbûnê ku dê ji layê kompaniya (NV prodection) ve hête dirustkirin.

Huzanvanî amaje bi wê çendê jî da û got: eve ne cara êkê ye ev gotgotke dihêne kirin, berî çendekê demê min sîdiya xwe ya nû belavkirî hindekan digot komonîste û hindekan dgot yê çûye ser dînê  êzdiyan û car dihate gotin yê revî û yê hatî ye dadgehkirin sera huzana (fiftî fiftî) û dîsan eve dûmahî nabin û  di paşerojê da dê gotgotkên seyr û semer hêne gotin, ez bawerim ev care bo sîdî û kilîpa nû dê gelek tiştên xirabtir hêne gotin û supas bo xodê çi ji wan gotgotkan di rast nînin û tinê rêklama cadê ne.

hussam al rassam bilind-3sal2013

Vin TV Live - Online - Vin Zindî
Vin Production
NV Prodcution
NGC - Next Generation Communication

 

frequency